Advertisements
//
You're reading...
Kurdish

Rêvebirê Zanîngeha Columbia: Dewleta herî nêzîkî serxwebûnê Kurdistan e

david phillips 1

Ergulen Toprak / New York

Rêvebirê Enstituya Mafê Mirovan û Aştiyê yê Zaningeha Columbiayê David Phillips got “Kurdistana Iraqê li cihanê ji niha pê de dewleta serxwebûna wê bê ragihandin a yekemîn e.”

Ji bo xwendekarên beşa City College of NY Anthropology a giredayî City University Of New Yorkê li ser mijara Kobanî dersek ji du saet pêkhatî hat dayîn. Konferansa bi hevkariya The Anthropology Club û Inîsiyatîfa  Rojava ya New Yorkê hatî pêkanîn xwendekar û hin vexwendî beşdar bûn.

Konferansa ji çapemeniyê re girtî peyamnêrê Rûdawê şopand.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, rojnameger Mutlu Çiviroglu, Mamostaya Zaningeha Bogaziçî ya Tirkiyeyê Nazan Ustundag beşdarî  wê konferansê bûn. Herwiha moderatoriya konferansê jî David Phillips kir.

Phillips ragihand ku divê rêvebiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) demek kurt polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan biguhare û xwest ku PKK ji listeya terorê bê derxistin, alîkariya PYDê bê kirin û li Iraqê ji bo serxwebûna Kurdistanê piştevanî bê dayîn.

Phillips anî ziman bi sedema bûyerên niha li herêmê diqewîmin, rojên pêş de dê guhartinên cidî  encam bide û wiha domand:

“Tankên tirkan li ser girên sînor temaşeyê êrişên DAIŞê yên li Kobanî dikirin. Hêzên tirkan, êrîşî kesên ku dixwest ji bo piştevaniyî derbasî Kobanî bibin, kir. Em dizanin ku gelek delîl hene ji sala 2012an pê ve pêwendiyên Tirkiyeyê li gel DAIŞê û komên cîhadî hene.

Muslim: Em dixwazin pêwendiyên me li gel DYAyê bidome

Salih Muslim bi reya Skypê beşdarî konferansê bû û ragihand ku armanca rêxistina DAIŞê bi tenê xira kirin û qetilkirin e û got, “Em demokrasiyê û mafên mirovan diparêzin lê DAIŞ neyarê mirovahiyê ye.”

Muslim li ser havkariya li Kobaniyê ji wiha got:

“Baweriya me li hin komên di nav Artêşa Azad a Sûriyê naye. Ji ber wê yeke me ew nexwestin. Lewra hizrên hin komên di nav Artêşa Azad a Sûriyê weke ya rêxistina DAIŞê ne. Hêzên Pêşmerge yên li Kobanî bi çekên giran bandorek baş didin û li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hewl didin. Niha Kobanî ber bi başiyê ve diçe.”

Hevserokê PYD Muslim li ser mijara pêwendiyên di navbera wan û  DYAyê de jî got, “Hevdîtinên di navbera me de êrênî derbasbûn. Em dixwazin pêwendiyên me li gel DYAyê bidome.”

Rewşa kurdan ber bi başiyê ve diçe

Mutlu Çiviroglu yê ku bi nûçeyên Rojavayê Kurdistanê  radigihîne tê nasîn diyar kir ku rewşa kurdan li Kobanî ber bi başiyê ve diçe û rêxistina DAIŞê li wê derê zirarên mezin distîne.

Çiviroglu anî ziman kurd ne ji bo xwe tenê ji bo mirovahiyê jî li dijî DAIŞê tevdigere û got divê civaka navneteweyî piştevaniya wan bike.

Nazan Ustundag jî bal kişand ser Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û got berxwedana jinên kurd bala cîhane kişand.

David Philips di axaftina xwe ya dora duyemîn de Serokê DYAyê rexne kir û wiha pê de çû:

“Heger armancek ya we nebe, dê stratejiyekî we jî nebe. Divê armaca naskirina dewletek nû hebe. Li gorî min dewleta herî nêzîk serxwebûnê Kurdistan e. Ev dewlêt dê pêwendiyên xwe li gel Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û hevdû ve bên giredan.”

http://rudaw.net/kurmanci/world/191120141?keyword=David

Advertisements

About Ergulen Toprak

I am a reporter based in New York. I cover stories for Turkish and Kurdish media. My articles are mostly about the Kurdish and Turkish societies in the U.S. Most of them are feature stories, interviews and opinions that related the Kurdish issue and Turkish politics. My articles are being published in different languages, Turkish, Kurdish and English. https://myreportsny.wordpress.com/ Gazeteciliğe 2000 yılında başladım. Ankara ve İstanbul'da uzun yıllar çalıştım, Diyarbakır, Erbil'de de zaman zaman bulundum. Avrupa'da da çok sayıda konferans ve gezilere katıldım. 2011 yılından beridir New York'tayım. Daha çok siyaset ağırlıklı yazıyorum. Haberlerim üç dilde, Kürtçe, Türkçe ve İngilizce olarak yayinlaniyor. Bazı haberlerimi buradan takip edebilirsiniz. https://myreportsny.com/

Discussion

No comments yet.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

Advertisements

Archives

Blog Stats

  • 493,823 hits

Follow MyReports on WordPress.com

Ergulen Toprak

myreportsny@gmail.com

Follow me on Twitter

Instagram

#centralpark #centralpark #panorama #nyc Cousins met in NYC! He made it! After getting his bachelor's from Turkey and South Korea, now my nephew Coskun Toprak is back to NYC where he has been three summers to take English classes. Starting next month he will be studying his master's degree... Congratulations and good luck @coskun.toprak2

MyReports on Twitter

%d bloggers like this: