Ergülen Toprak / New York
Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo cara yekê di dîroka sînemaya kurdî û festîvalên cîhanê de derhênerekî kurd dê bi navê Kurdistanê tevlî yek ji mezintirîn festîvalê cîhanê ya bi navê “Golden Globe” dibe.
Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, ku welatiyê amerîkî û li bajarê Los Angelesê dijî, dê bi fîlma xwe ya bi navê “Mûmek, Du Mûm” beşdarî festîvala Golden Globe bibe û bi derhênerên din re li ser xelata festîvalê hevrikiyê bike.
Derhêner Cano Rojbeyanî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî li ser navê Kurdistanê tevlî festîvala Golden Globe dibe û wiha anî ziman:
“Festîvala Golden Globe ku xelata wê di asta xelata Oscarê de ye, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî vexwend festîvalê. Destpêka ji min re gotin fîlma te dê li ser navê Iraqê beşdarî festîvalê bibe lê min ev qebûl nekir û min daxwaz kir fîlma min li ser navê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Ji ber ku Kurdistan dewleteke serbixwe nîne destpêkê qebûl nekirin û ji min re gotin li ser navê Amerîkayê tevlî bibe. Lê min qebûl nekir û ez li ser navê Kurdistanê rijd bûm. Di dawiyê de komîteya festîvalê qebûl kir.”
Ji bo Zêdetir: